Civata Ewlekariyê ya “NY” di biryarekî de dewleta Îraqê erikdar kir bi parastina xelkê sivîl li Felûcê
Kurdistanmedia: Roja Çarşemî berwarê 22’ê Hezîranê, di biryareke nû de, Civata Ewlêekariyê ya ser bi “NY”, li hemberî belavbûna wêne û dakyomêntên taybet bi binpêkirina mafên xelkê sivîl li Felûcê, dewleta Îraqê erikdar kir ku, hemwelatiyên sivîl ên Felûcê, li hemberî her kiryarekî dujminkarane û tolîhildanê, biparêze.
Nûnerê Firansayê “Firanswa Dilatêr” ku serokatiya dewreyî ya Civata Ewlekariyê li sitû digire, serbarê îşare bi “Heşda şe’bî” ragehand ku, dewleta Îraqê gerek rêgir be ji her gef an kiryarek dujminkarane li dijî hemwelatiyên sivîl li Felûcê ji aliyê hêzên milîşiya ve.