Serbarê sozên Hesen Rûhanî, lê hêj aboriya Îranê di destê Spaha Pasdaran de ye

Kurdistanmedia: Serbarê sozên Hesen Rûhanî di dema hilbijartinan de, dewleta Hesen Rûhanî û Spaha Pasdaran li ser vê yekê li hev kirin ku 50 pirojeyên avedankirinê, bona cîbicîkirinê bidin “Qerargaha Xatemolenbiya” ya ser bi Spaha Pasdaran.
Roja Çarşemî berwarê 22’ê Hezîranê, Cîgirê Qrargaha Sazendigî ya Xatemul’enbiya “Salar Abnûş” ragehand ku, Dewlet û Qirargaha Xatemul’enbiya lihev kirin ku 50 pirojeyn avedankirinê bona cîbicîkirinê bi Spaha pasdaran re bên dayîn, û moleta cîbicîkirina wan pirojeyan jî, ji cîgirê serkomar “Cehangîrî” hatine wergirtin.
Roja Çarşemî berwarê 22’ê Hezîranê, Cîgirê Qrargaha Sazendigî ya Xatemul’enbiya “Salar Abnûş” ragehand ku, Dewlet û Qirargaha Xatemul’enbiya lihev kirin ku 50 pirojeyn avedankirinê bona cîbicîkirinê bi Spaha pasdaran re bên dayîn, û moleta cîbicîkirina wan pirojeyan jî, ji cîgirê serkomar “Cehangîrî” hatine wergirtin.
Salar Abnûş di civîna “Mudîrên cîhadî ên Êqtisada Moqawimetî” de ragehand ku, Palvtingeha Pêtroşîmî ya Xelîc Farsê ku nîşan ji şiyana Spahê ye bê hewcehiya bi alîkarî û şarezayên welatên din, ku sala 2015’an dest bi karê xwe kiriye û qirar bû ku di sala 2015’an de bi dawî bê, wê di heyameke nêzîk de bi dawî were.
Eva di demekî de ye ku heyamek berî niha jî fermandarê qirargeha Xatemul’enbiya jî, bas ji lihevkirina tevî hikûmetê liser 40 pirojeyên din ên avedankirinê kirbû.
Herweha “Ebdulla Ebdulahî” jî ragehand ku 10 pirojeyên mezin ên avedankirinê ku di Îranê de nivîşkan mane, hatine nasîn diyarîkirin û danûstanên bona bidawîanîna wan tevî dewletê, gehîştin encamê û Spaha Pasdaran wê wan pirojeyan jî, bigire stûyê xwe.
Qirargeha Xatemul’enbiya yek ji cemserên herî sereke û mezin ên aboriya rejîma Komara Îslamî ye ku, di 20 salên derbazbûyî de piraniya pirojeyên mezin ên avedankirinê xistine bin destê xwe.
Eva di demekî de ye ku di dema bangeşeyên hilbijartinê de Hesen Rûhanê bas ji dûrxistina organên leşkirî ên rejîmê ji aboriya welat dikir, lê piştî ragehandin encama hilbijartinan , bixwe daxwaz ji Qerargaha Xatemul’enbiya kir ku, pirojeyên mezin ên avedankirinê di Îranê de bigire stûyê xwe û bibe alîkar jî dewletê re.