Komkûjiyên Heşda Şe’ibî berdewam in
Kurdistanmedia: Lêjneya Zanayên Îraqê ragehand ku, Heşda Şe’ibî ya ser bi Sipaha Pasdarê Komara Îslamî ya Îranê, li bajarê “Felûcê”, careke din dest avêtine komkujiya Sûniyan.
Malpera El-erebiye di nûçeyekî de belav kir ku, roja Şemî 28’ê Gulanê, 17 hemwelatiyên Sune meseb ên Îraqê, li devera “Kerame” ya ser bi bajarê Felûce, ji aliyê Heşda Şe’ibî ve bi awayekî hovane hatine kuştin û hevdem tevahiya mizgeftên derdora Felûcî jî, hatine wêrankirine.