۱۳۹۵/۰۴/۰۵


Norwêj hêza leşkerî dişîne Sûriyê


Norwêj hêza leşkerî dişîne Sûriyê

Kurdistanmedia: Norwêjê ragehand ku egera vê heye ku ew hêza leşkerî bişînin Sûriyê, ku ew hêza leşkerî, hêzeke taybet e.
Li gora nûçegihaniyan, parlementoya Norwêjê razîbûna xwe digel şandina vê hêzê eşkere kiriye. 



Norwêj dixwaze ku di vê havînê de, nêzî 60 leşkeran bişîne Sûriyê, bona perwerdekirina şervanên Sûrî ên dijberê Beşar Esed, ku niha digel DAÎŞ’ê jî di şer de ne. 

Norwêjê pêştir jî, 120 kes ji hêzên taybet şandibûn, Îraqê, da ku perderdehiyê bidin Kurd û Ereban.

Li gora gotina Wezîrê Parastinê yê Norwêjê, zêde ji qasê pêşbîniya me, em dibînin ku hêzên dijberî Esed di şerê digel DAÎŞ’ê de serkevtinan bi dest dixin, lewra me biryar da, ku di vê derheqê de ji wan re zêdetir bibin alîkar.