۱۳۹۵/۰۴/۰۵


Civata Ewlekariyê ya “NY” di biryarekî de dewleta Îraqê erikdar kir bi parastina xelkê sivîl li Felûcê


Civata Ewlekariyê ya “NY” di biryarekî de dewleta Îraqê erikdar kir bi parastina xelkê sivîl li Felûcê

Kurdistanmedia: Roja Çarşemî berwarê 22’ê Hezîranê, di biryareke nû de, Civata Ewlêekariyê ya ser bi “NY”, li hemberî belavbûna wêne û dakyomêntên taybet bi binpêkirina mafên xelkê sivîl li Felûcê, dewleta Îraqê erikdar kir ku, hemwelatiyên sivîl ên Felûcê, li hemberî her kiryarekî dujminkarane û tolîhildanê, biparêze.
Nûnerê Firansayê “Firanswa Dilatêr” ku serokatiya dewreyî ya Civata Ewlekariyê li sitû digire, serbarê îşare bi “Heşda şe’bî” ragehand ku, dewleta Îraqê gerek rêgir be ji her gef an kiryarek dujminkarane li dijî hemwelatiyên sivîl li Felûcê ji aliyê hêzên milîşiya ve.




Eva di demekî deye ku ji despêka şerê azadkirina Felûcê ji destê DAÎŞ’ê ve, heya niha, bi dehan belge û dakyomênt û şahid ên xelkê Felûcê hene ku, îsbat dikin hêza Heşda Şe’bî ya Şî’e ku di bin fermana Sipaha Pasdarên rejîma Tehranê de ne, û herweha hêza Sipaha Quds ya di bin fermandariya Qasim Silêmanî de, di pêvajûya şer Felûcê de dest avêtine komkujiya Suniyên bajarê Felûcê û di vê pêxemê de bi dehan û sedan cinayetên hovane encam dane.

Di belgeya herî taze de hatiye ku, di dema şerê Felûcê de 20 hemwelatiyên asayê ên bajarê Felûcê ku ji dest DAÎŞ’ê reviya ne û xwe radestê hêzên Heşda Şe’bî dikin, demûdest tên Îdamkirin, û herweha çarenivîsa 60 kesên din jî ku bi merema filitîn ji destê DAÎŞ’ê, xwe radestê Heşda Şe’ibî kirine, nediyar e.