۱۳۹۵/۰۳/۱۰


Rejîma Îranê ceribandinên mûşekî didomîne


Rejîma Îranê ceribandinên mûşekî didomîne



Kurdistanmedia: Du fermandarên payebilind ên hêzên çekdar ên rejîma Îranê ragehandin, ku emê berdewam bin li ser ceribandinên mûşekî ên xwe. 
Li gora nûçegihaniyan, di vê derheqê de, Mustefa Îzedî, alîkarê karûbarên stratejîk ên nawenda fermandehiya hêzên çekdar ragehand ku: “Ceribandinên mûşekî tu pêwendiya wan bi lihevkirina navikî re nîne, û di pêşerojê de jî emê berdewam bin li ser ceribandinên mûşekî. 


Navbirî herwisa ragehand, eva em bixwe ne, ku biryarê didin ka gelo nûçeya ceribandinên mûşekî di ragehandinên giştî de bas bikin, yan na?.

Her di vê derheqê de, Emîr Elî Hacîzade, fermandarê hêza esmanî ya Spaha Pasdaran jî got: “Jiber ku di van du salên dawiyê de, me di ragehandinan de bas ji ceribandinên xwe ên mûşekî nekiriye, renge me Amerîka rûdar kiribe. Çimku di 10 salên pêştir de, me di ragehandinan de, bas ji ceribandinên mûşekî jî dikir, lê tu tiştek jî rû nedida”. 

Fermandarê hêza deryayî (behrî) ya Spaha Pasdaran jî ragehandiye ku her kes bêje me, nabe hûn di ragehandinên giştî de bas ji ceribandinên mûşekî bikin, axivtineke bêçine (pûç) dike”.

Konseya Ewlekariya NY jî, hinek berbend û astengî li ser riya vegeşandina programa mûşekî ya rejîma Îranê danîne, lê rejîma Îranê, wan astengiyan bi fermî nas nake. 

Muhsin Rizayî jî di vê derheqê de ragehand ku em li ser pirograma mûşekî ya xwe, biryarê ji derve wernagirin, û ew yek bo me mertala xweparastinê ye.