Siyasetvanên Sunî beşdariya Qasim Silêmanî di şerê Felûce de mehkûm dikin
Kurdistanmedia: Di demekê de ku Qasim Silêmanî li derdora Felûcê ye, û digel fermandarê Şî’e ên Heşda Şe’bî kom dibe, siyasetvan û serok hozên Sunî ên Îraqê beşdariya Qasim Silêmanî di şerê Felûce de mehkûm dikin.
Li gora nûçeyan, sê nûnerên parlementoya Îraqê roja Şemiyê 8’ê Banemerê beşdariya Qasim Silêmanî fermandarê hêza Spaha Quds a rejîma Îranê di şerê Felûcê û alîkariya hêzên çekdare rejîma Îranê bona azadkirina herêmê ji detsê DAÎŞ’ê mehkûm kir.

Di van çend rojên dawiyê de, daxuyaniyên ser bi rejîma Îranê, wêneyên Qasim Silêmanî belav kirin, ku îşare bi sefera Silêmanî bo Felûce û hevdîtina digel rêberên hevalbendên leşkerî ên ŞÎ’e dike.
Van wêneyan pêleke rexneyan di van rojên dawiyê d eli pey xwe hebûye.
Yek ji wan nûneran bi nûçegihaniya Royterzê ragehand ku: “Ew Îranî nînin, belku Îraqî ne, û hebûna Silêmanî li wir, cihê behsê, û gumanê ye”.
Nûnerekî din jî derheq vê mijarê de ragehand ku: “Beşdariya fermandê hêza Quds di şerê Îraqê de, kêşeya di navbera taqm û aliyê cuda de zêdetir dike”.
Felûce yek ji wan bajaran e, ku di zivistana sala 1393’an de, kete detsê xelafeta Îslamî, û piştî Mûsilê bajarê duyem ê herî mezin di asta Îraqê de ye, ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve hate dagîrkirin.