۱۳۹۵/۰۳/۱۱


Komkûjiyên Heşda Şe’ibî berdewam in


Komkûjiyên Heşda Şe’ibî berdewam in

Kurdistanmedia: Lêjneya Zanayên Îraqê ragehand ku, Heşda Şe’ibî ya ser bi Sipaha Pasdarê Komara Îslamî ya Îranê, li bajarê “Felûcê”, careke din dest avêtine komkujiya Sûniyan.
Malpera El-erebiye di nûçeyekî de belav kir ku, roja Şemî 28’ê Gulanê, 17 hemwelatiyên Sune meseb ên Îraqê, li devera “Kerame” ya ser bi bajarê Felûce, ji aliyê Heşda Şe’ibî ve bi awayekî hovane hatine kuştin û hevdem tevahiya mizgeftên derdora Felûcî jî, hatine wêrankirine.


Hatiye ragehandi ku Heşda Şe’ibî ev kiryara hov bi hinceta girêdayîbûna wan kesan bi DAÎŞ’ê ve encam daye.

Di vê derheqê de “Lêjneya Zanayên Îraqê” daxûyaniyek belav kir û têde, Cînayetên Heşda Şe’ibî yê ser bi rejîma Îslamî ya Îranê, şermezar kir û hevdem ragehand ku, kuştina bisulmanên Sune û wêrankirina mizgeftên wan bi hinceta xebata li dijî DAÎŞ’ê, ji siyaseta tayfîgerî ya Îranê di herêmê de çavkanî digire.

Hevdem fermandarên Sune meseb ên supaha Îraqê jî ragehandin ku, ev kiryarên Heşda Şe’ibî tu ciyawaziyek tevî kiryarên DAÎŞ’ê nine.

Her di vê derheqê de fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Îraqê biryar da ku, hêzên Heşda Şe’ibî herêmên derdora Felûcê bi cih bihêlin û herêmên azadkirin radestî fermandehiya hêzên operasiyona Îraqê bikin.