Erebistan: Îranê xwastiye ku di hecê de rêpêvînê bike
Kurdistanemdia: Adil El-cobeyr Wezîrê Karê Derve ya Erebistanê ragehandiye, ku Îranê xwestiye di hecê de rêpêvînê bike.
Li gora nûçeyan, karbidestên rejîma Îranê, ragehandine ku bi sedema pêşgiriya hikûmeta Erebistanê, îsal ziyaretkerên Îranî, nikarin herin rêûresma heca “temeto’i”.
Li gora nûçeyan, karbidestên rejîma Îranê, ragehandine ku bi sedema pêşgiriya hikûmeta Erebistanê, îsal ziyaretkerên Îranî, nikarin herin rêûresma heca “temeto’i”.
Cihê basê ye ku piştî çend demjimêran, Adil El-cobeyr di konferanseke çapemeniyê de digel hemkûfê xwe ên Brîtanî ragehand ku: “Îranê xwestiye ku mafê rêpêvînê, di hecê de wergire, û ew kiryara wan jî, dibe sedema pêkhatina tevdanîkariyan, û em vê yekê bi hewce nizanin”.
Di rêpîvana sala 1987’an de, zêdetir ji 275 ziyaretker hatin kuştin.
Hêjayî base ye ku Wezîrê Karê Derve ê Erebistanê ragehandiye ku Îran dibe wekî 70 welatên din, lihevkirina salane ya hecê îmze bike.
Eva di demekê de ye ku Erebistan serbarê nebûna pêwendiyên dîplomatîk, hewl daye, ku bo ziyaretkerên Îranî rewşê bona birêvebirina rêûresmên hecê pêk bîne.
Elî Cenetî, Wezîrê Çandê ê rejîma Îranê, ew kiryara dewleta Erebistanê wekî karşikênî di nava karûbarên ziyaretkeran de bi nav kiriye, lê Wezîrê Karê Derve ê Erebistanê ragehandiye ku: “Dewleta Erebistanê, zêdetir ji berpirsatiya xwe, rewş ji Îranê re pêk aniye”.