Termê 9 Efxaniyên ku di şerê Sûriyê de hatine kuştin bo Îranê hatine vegerandin
Kurdistanmedia: Termê 9 Efxaniyên ser bi Spaha Pasdarên rejîma Îslamî ya Îranê ku di şerê Sûriyê de pişikdar bûn, bo Îranê hatine veguhaztin.
Ligorî nûçeyên belavbûyî di sê heftiyên derbazbûyî de û piştî êrîşên hêza “Cebhet El-Nosre” bo ser bajarokê “XanTûman” ya li nêzîk bajarê Heleb a Sûriyê, çend efxanî hatine kuştin û termê 9 kes ji wan Efxaniyan, roja Pêncşemiyê bo Îranê hatin veguhaztin û li bajarên Meşhed û Yezdê hatin binax kirin.

Seyîd Esedulla Husênî, Kazim Rehîmî, Mihemedelî Remezanî, Soltanelî Ehmadî, Mistefa Moqedem, Mortêza Recebî, Ebdulhesen Mohemedî û Seyd Hesen Mûsewî sipêdeya roja Pêncşemiyê li bajarên Meşhedê ber bi “Herem”ê “Îmam Riza” hatin veguhaztin û li gorîstana Bêhêştê Zehra ya Meşhedê hatin binax kirin.
Her di vê derheqê de nawenda nûçegihaniya “Mêhr”ê belav kir ku termê Seyd Riza Husênî yê temen 32 salî, ku bi eslê xwe Efxanî ye û di şerê Sûriyê de hatiye kuştin, li bajarê “Yezd”ê hate binax kirin.
Hewceyî basê ye ku rejîma Îranê bona pişikdariya herî zêdetir di şerê Sûriyê de, li xelkê welatên din ên weke Efxanistanê jî mifahê disitîne û gellek ji wan jî di şerên Sûriyê de û di refên Sipaha Pasdaran de têne kuştin.
Hewceyî basê ye, Efxaniyên ku di nava Sipaha Pasdaran de şer dikin, li jêr navê “Tîpa Fatimiyûn” ya ser bi Ipaha Pasdaran ve hatine rêkxistin.