Terorîstekî rejîma Îslamî ya Îranê li Sûriyê hate kuştin

Kurdistanmedia: Endamekî din yê ser bi Sipaha terorîst ya rejîma Îranê ku karê ragehandinî dikir, li Sûriyê hate kuştin.
Li gorî nûçeyên belavbûyî, “Mohsên Xezayî”, nûçegihanê taybet bi Nawenda Reng û Deng a rejîma Îranê, di şer û pevçûnên Sûriyê de hate kuştin.
Mohsên Xezayî yê terorîst, roja Şemî berwarê 12’ê Çiriya Paşîn a 2016’an, di encama şer û pevçûnên bajarê Helebê, li derdora “Tamir Sinduq”ê, hate kuştin.
Eva di demekî de ye ku di çend rojên derbazbûyî de heya niha, pitir ji 10 terorîstên ser bi Sipaha Psadarên rejîma Îranê li Sûriyê hatine kuştin.
Xûyaye ku ji despêka serhildana şerê navxweyî yê Sûriyê heya niha, Pasdar û Besîcên ser bi rejîma Îslamî ya Îranê, bi wayekî eşkere mil bi milê hêzên Beşar Esed, li dijî xelkê azadîxwaz û dijberên rejîma B’eis a Sûriyê şer dikin.
Rejîma Tehranê bi hemû awayekî piştevaniyê dide rejîma Beşar Esed û di vê derheqê de jî destê xwe ji tu kiryarekî terorîstî naparêze û agirê girjî û aloziyan geş dike.