Piştî girtina Demîrtaş, AKP tûşî pirsgirêkan hat

kurdistanmedia: Piştî girtina Demîrtaş û siyasetmedarên Kurd AKP, tûşî pirsgirêkan hat, û nikare xwe li ber wan hemû rexneyan rabigre.
Di du hefteyên derbazbûyî de, ji aliyê dewleta Tikiyê ve 181 kes, di nav de siyasetmedarên Kurd, xebatkar û hevserokên HDP’ê hatine girtin, û herwiha gellek cihên ku Kurd tê de xebatê dikirin, hatine daxistin.
Li gor raporên ku belav bûne, piştî girtina hevserokên HDP’ê û BDP’ê, xelkê nerazîbûna xwe nîşan daye, di heman demê de, endamên parlemena Ewropayê û gellek mediyayên curbecur, nerazîbûyînên xwe li beranber girtina siyasetmedarên kurd û hevserokên HDP’ê nîşan dane.
Piştî wan hemû rexneyên Amerîkayî û Ewropiyan ji rayedarên AKP’ê, vê carê Wezîrê Karê Derve ê Almanyayê jî daxwaz ji rayedarên Tirkiyê kir ku îznê bidin wan, da ku serdana Demîrtaş û hevalên wî ên girtî bikin.
Ji aliyekî din ve, xebatkarên kovareke Almaniyayê, vê biçe serdana hevserokê HDP’ê Demîrtaş, ku li girtîgeha Edîrneyê a tîpa “F” de dimîne. Ew kovara Alamî dixwaze ku demîrtaş bi destê xwe nivîsarekê ji parlementoya Ewropa û Almanyayê re bişîne.
Hêjayî behsê ye, ku 60 parlemenên almaniyayê bi avakirina kempeynekê, piştgirya xwe ji siyasetmedarên Kurd û bi taybetî Demîrtaş re eşkere kirine.
Hêjayî basê ye ku parlementoya Almanyayê yek ji wan 20 welatan e, ku kuştina Ermeniyan weke jînosayd bi nav kirine.
Piştî biryara ku di parlementoya Almaniyayê de hatiye dayîn, ev yek bûye sebeba sarbûna pêwendiyên di navbera Almaniya û Tirkiyê de.