۱۳۹۵/۰۸/۲۴


Guherîna sîstema serokatiyê li Tirkiyê dijberên cidî hene

Guherîna sîstema serokatiyê li Tirkiyê dijberên cidî hene

Kurdistanmedia: Behsa guherîna sîstema serokatiyê li Tirkiyê, behseke germ e, û vê yekê di navbera gellek ji siyasetvanan û partiyên siyasî de, alozî çê kiriye. 
Li gora nûçegihaniyan, Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî yildirim daye xûyakirin ku AKP û MHP wê bi hev re kar ji bo guherîna destûra Tirkiyê bikin. 

Navbirî tevî vê ku destbiserkirina HDP’yiyan wekî serkevtinekê ji partiya xwe re bi nav kir, got ku, me ew girtin, û wan jî serî tewandin. 

Piştre bas ji vê kir, ku em guh nadin Ewropiyan, û ew nikarin dersa rêzgirtina ji yasayan bidin me, û emê digel MHP’ê bi hev re destûra nû ava bikin, û sîstema serokatiyê cihgir bikin. 

Ji aliyekî din ve, CHP wê dest bi xwepêşandanên berfireh bike, li dijî girtina parlemantarên HDP’ê, û li dijî hewildanên AKP’ê, bona guhertina destûra Tirkiyê.

Serokê CHP’ê ragehandiye, ku partiyek ku azadiyan binpê dike, demokrasiyê ji nav dibe, rojname û kovar û televîzyonan dadixe, nikare destûreke demokratîk ava bike. 

Ew gotinên serokê CHP’ê jî, bê bersiv neman, û dadgeheke Tirkiyê daxwaza dadgehîkirina Qilîçdaroxlo kiriye, û ragehandiye ku ew helwestên serokê CHP’ê di berjewendiya terorîstan de ne. 

Her di çarçoveya zextya hikûmeta Tirkiyê li ser kovar û rojname û televîzyonan û siyasetvanan de, roja borî dîsan biryara ragirtina çalakiyên 370 rêkxirawên civaka medenî û sivîl û yên parêzerên mafê zarokan jî hatin dayîn. 

Deshilatdarên Tirkiyê ragehandiye ku belge li ber destên me de hene, ku ew rêkxiraw piştgirê kûdetaya 15’ê Tebaxê, û terorîstan bûne. 

Komîsyona YE derheq wan hemû binpêkariyên mafê mirovan ji aliyê Tirkiyê ve raporeke 102 rûpelî weşandiye, û tê de bas ji nemana dadgehên xweser, dewleta maf, mafê mirovan û azadiya ramanê û rojnamevaniyê li Tirkiyê kiriye. Li gora vê raporê ji her pênc dadwer û serdozgeran, yek ji wan ji kar hatiye dûrxistin.