Şêvra Alîkariya Kendawê seba destêwerdanên rejîma Îranê di karûbarên 7 welatên herêmê de hişdarî da

Kurdistanmedia: Şêvra Alîkariya Kendawê di nameyekê de bo rêkxistina “NY”, nîgeraniya xwe li hemberî destêwerdanên rejîma Îslamîya Îranê di karûbarên navxweyî yên welatên herêmê de, anîne ziman.
Şêvra Alîkariya Kendawê di daxûyaniya xwe de ragehandine ku, “Rejîma Îslamî ya Îranê aşîtî û ewlehiya Rojhilata Navîn têk dide û eva jî cihê nîgeraniyê ye.
Di vê nameyê de ku ji aliyê 11 welatan ve hatiye vajûkirin hatiye ku, “Em ji yasaya bingehîn a rejîma Îslamiya Îranê ku banga henardekirina şoreşa Îranê bo welatên din dike, nîgeran in”.
Di beşek din a nameyê de hatiye ku, “Rejîma Îranê piştevanê terorîzmê ye di herêmê de, ji Hizbullahê di Sûriye û Lubnanê de bigre, heya Hûsiyan li Yemenê û girûpên terorîstî li Behrêynê, Îraqê, Erebistanê, Kowêyt û gellek welatên din, piştevaniyê dike.
Welatên vajûkerê nameyê serbarê vê ku seba siyasetên zêdexwazî yên rejîma Îranê hoşdarî dane, ragehandine ku, “Ji dema vajûkirina lihevkirina etomî ya di navbera rejîma Îslamî ya Îranê û welatên 5+1 de heya niha, me tu tiştek xincî kiryarên dujminarane di herêmê de û herweha berdewamiya destêwerdan û piştevaniya ji girûpên terorîstê, ji rejîma Tehranê nedtiye.