۱۳۹۵/۰۸/۲۴


Herêma Kurdistana Îraqê daxwaz kiriye ku Heşda Şe’ibî beşdariyê di şerê Mûsilê de neke

Herêma Kurdistana Îraqê daxwaz kiriye  ku Heşda Şe’ibî beşdariyê di şerê Mûsilê de neke

Kurdistanmedia: Şêvirmendê Şêvra Asayişa Herêma Kurdistanê di hevdîtinekê de, li gel fermandarê nû ê hêzên hevalbendan li Îraqê, daxwaz kiriye ku rê nehê dayîn, ku Heşda Şe’ibî beşdariyê di şerê Mûsilê de bike. 
Mesrûr Barzanî di hevdîtinekê de, digel “Stêfan Tawnsênd” ragehandiye ku pêwîst bi beşdariya Heşda Şe’ibî yan wan hêzên ku bi fermî endamê hêzên çekdar bo azadkirina Mûsilê nînin, nîne. 

Navbirî ragehandiye ku ew girûpên çekdar ku li derveyî nawendên yasayî de çalakiyan dikin, nabe bi tu awayekî rola wan di operasiyona Mûsilê de, û heya piştî vê operasiyonê jî hebe. 

Heşda Şe’ibî girûpeke çekdar a ser bi Komara Îslamî ya Îranê ye, ku heya niha çendîn carî ji aliyê serokhozên Ereb û beşek ji nawendên navneteweyî ên çalak di warê mafên mirovan û yek ji wan çavdêrê mafê mirovan a NY ve hatiye tohmetbarkirin bi encamdayîna cinayetên dijî mirovahiyê bi taybetî di navçeyên Fellûce û Tekrîtê de.

Belavbûyîna vê nûçeyê hevdem e digel derketina komeke wêneyan, û fîlman ji cinayetên nû ên DAÎŞ’ê li Mûsilê û rapora nû ya Lêborîna navdewletî derheq îşkence û kuşûtina çendîn hevwelatiyên sivîl li Başûra Mûsilê ji aliyê hêzên ewlehiya Îraqê ve.