Şêvirmendê Donald Trump: Emê pêdeçûnê bi lihevkirina etomî bikin

Kurdistanmedia: Welîd Faris ê şêvirmendê Donald Trump dibêje ku lihevkirina navkî ya digel rejîma Îranê, ne bi dilê serkomarê nû yê Amerîkayê ye, û herweha Kongirêsa Amerîkayê jî ev lihevkirin vajû nekiriye.
Nûçegihaniya El-Erebiye di raporekî de belav kir ku, şêvirmendê Donald Trump di hevpeyvînekî de tevî Malpera “Îlaf”ê, derheq bi têkiliyên Trump tevî welatê Erebî dibêje ku, “Donald Trump li hemberî 2 gefan de wê piştevaniyê bide Kendawê, ya Yekemîn DAÎŞ’a tundrrew e û ya Duhemîn jî destêwerdanên rejîma Îranê di karûbarên welatê Kendawê de ye”.
Faris serbarê îşare bi destêwerdanên rejîma Îranê di karûbarên Îraqe de tekez kir ku, “ Navbirî bi tewahî li dijî hebûna Pasdar û cîhadiya ne li çarçoveya herêmê de, û liser vê baweriyê ye ku gerek rewşa weha bidawî were”.
Welîd Faris derheq bi lihevkirina etomî ya dinavbera Îran û welatên 5+1 de û pêngavên hewce di vê derheqê de li pêşerojê dedibêje ku, “Lihevkirina etomî ya di navbera rejîma Îranê û welatên endam di Şêvra Ewlekariyê de hatiye vajûkirin, lê Kongirêsa Amerîkayê bi tewazhî li dijî vê lihevkirinê ye û vajû jî liser nekiriye”.
Navbirî tekezê dike ku rêyên curbicur bona hloşandin û pûdeçûna lihevkirina etomî di holê de hene û hewce nake em guh bidin gotinên karbidestên rejîma Îranê ku dibêjin lihevkirin hatiye vajûkirin, û lihevkirinên zede hebûna ku hatine vajûkirin û piştre jî guherînkarî biser de hatine encamdan.
Donald Trum ku berbijêrê Komarîxwazan bona hilbijartinên serkomariya Amerîkayê bû, di pêvajûya bangeşeyên hilbijartinê de ragehand ku, Yekemîn karê min piştî serkewtina di hilbijartinan de, hiloşandina lihevkirina etomî ya tevî rejîma Îranê ye.