۱۳۹۵/۰۸/۲۵


Bi kom endamên Sipaha terorîst ya Pasdaran li Sûriyê tên kuştinê

Bi kom endamên Sipaha terorîst ya Pasdaran li Sûriyê tên kuştinê

Kurdistanmedia: Li gorî nûçeyên belavbûyî di çend rojên derbazbûyî de bi dehan kes ji terorîstên ser bi Sipaha Pasdaran di şer û pevçûnên Sûriyê de hatine kuştin.
Nawenda nûçegihaniya opozisyona Sûriyê di raporekî de eşkere kir ku, li cihekê bi navê “Zahiye Esed” li Rjavayê bajarê Helebê, karîne ku bi mûşeka “Taw” terorîstên ser bi rejîma Tehranê bikin armanc û di encam de bi dehan Pasdaran bikujin.

Her di vê derheqê de roja Şemî berwarê 12’ê Çiriya Paşîn a 2016’an, 9 kes ji terorîstên Sipahê ku beşek ji wan zarok û di bin temenê 18 saliyê de bûn, li Sûriyê hatine kuştin.

Eva di demekî de ye ku malpera “Gozarêşê Ceng” di raporekî de belav kir ku rejîma Îslamî ya Îranê zarokan li jêr navê “tîpa Fatimiyûn” bona şerê Sûriyê dişîne.

Telewizyona El-Cezîrê jî di raporekî de eşekere kir ku, roja Yekşemî berwarê 13’ê Çiriya Paşîn a 2016’an, 3 endamên din ên Sipaha pasdaran di şerê Sûriyê de hatine kuştin ku yek ji wan “Efser”ê Sipaha terorîst ya Pasdaran bûye.

Hatiye ragehandin ku navê wan 3 kesan bi vî awayî ye: Mohemmedhusên Beşîrî, Cewad Cehanî û Husên Herîrî.

Hatiye zanîn ku “Cewad Cehanî” yek ji karmendên rêkxistina “Çandî Hunerî ya Xurasanê” bûye ku li Sûriyê bi destên opozisyonê hatiye kuştin.

Eva di demekî de ye ku roja Şemiyê 12’ê Çiriya Paşîn jî, Muhsên Xezayî, nûçegihanê Deng û Rengê rejîmê jî, li derdora bajarê Helebê bi destê opozisyonê hate kuştin.

Hatiye zanîn ku di heyamê yek heyva derbazbûyî de, “320” kes ji endamên Sipaha Pasdarên rejîma Îslamî ya Îranê di Sûriyê de hatine kuştin.