Belavoka “Hîl”: Bazirganiya bi Îranê re nekin

Kurdistanmedia: Belavoka “Hîl” di raporekîm de belav kir ku, ji bazirganiya bi Îranê re bêjin “Ne”, û kompaniyên bazirganî jî, ji bazirganiya digel rejîma Îslamî ya Îranê haydar bikin.
Li gorî raporekî belavoka “Hîl” ku ji aliyê Kongirêsa Amerîkayê ve tê belavkirin, yek ji qurbaniyên terorîzma rejîma Îslamî ya Îranê nivîsandiye ku, “Bazirganiyê bi rejîma Îranê re nekin”.
“Rabêrt Bartlêt” ku girûhbaneke artêşa Amerîka yê ye û qurbaniyê terorîzama rejîma Îranê ye, di gotara xwe de dibêje ku, “Kompaniyên Rojavayî bazirganiya bi rejîma Îranê re nekin, jiber ku rejîma Îranê piştevanê terorîzmê ye”.
Navbirî ku di yek ji kiryarên terorîstî de li Îraqê birîndar ketiye dibêje ku, rejîma Îranê berpirsyarê Yek liser Çar ya xisar û zirarên Amerîkayê ye di Îraqê de û bi danîna bombeya metirsiyên micit çê dike.
Di nivîsîna navbirî de hatiye ku rejîma Îslamî ya Îranê berdewam piştevaniyê dide girûpên terorîstî di cîhanê de.
Piştevaniyên rejîma Îranê ji terorîstan li herêmê û hemû cîhanê de, û herweh destêwerdanê vê rejîmê di karûbarên navxweyî yê welatên Erebî de bona têkdana ewlehî û asayîşa wan, berdewam nerazîbûn û nîgeraniya berpirsyarên wan welatan bi dû xwe re aniye.
Terorîzma dewletî ya rejîma Îranê li Sûriye ya di bin deshilata Be’is ya beşar Esed de, bi xwe belgeyek haşahinegir e ku, nêzîk bi 6 sala e şer û pevçûnên leşkirî di Sûriyê de dom dikin û bi hezaran kes hatine kûştin û bi milyonan kes jî aware bûne.