Opozisyona Sûriyê Hêlîkoptêreke artêşa Beşar Esed xistin erdê

Kurdistanmedia: Hêzên Artêşa Azad a Sûriyê, li balafirxaneya leşkirî ya “Hema” yê, Hêlîkoptêreke rejîma Beşar Esed kirin armanc û xistin Erdê.
Roja Yekşemî 13’ê Çiriya Paşîn a 2016’an telewizyona El-Cezîrê di raporekî de ragehand ku, di encama vê xistinexwar a Hêlîkoptêrê de, 10 leşkirên ser bi rejîma Sûriyê hatine kuştin.
Hevdem û di heman rojî de, Artêşa Azad ya Sûriyê di nûçeyekî de belav kir ku, hêzên wan, bi mûşeka “Girad” Kogayek (Enbar) çek û teqemeniyên rejîma Sûriyê kirine armanc û jinav birine.
Di vê derheqê de Artêşa Azad ya Sûriyê vîdeoyek belav kir û têde îlan dike ku, ev êrîşa wan di bersiva wan cînayetane ku, rejîma Be’is ya Sûriyê û hewalbendên wê û liserveyî hemûyan rejîma Îran û Rûsiye, li hemberî sivîlan encam didin.