۱۳۹۵/۰۸/۲۵


Serokê jûra bazerganî: Gendelî û rikûd (daketin) tenê du mînak in ji kêşeyên aborî

Serokê jûra bazerganî: Gendelî û rikûd (daketin) tenê du mînak in ji kêşeyên aborî

Kurdistanmedia: Xulamhusên Şafê’î di civînekê de, digel lêjneya nûnerên jûra bazerganî a Îranê, bas ji zêdebûna kêşeyên aborî kir ku tenê navê 2 mînakên wan kêşeyan hatiye zeqkirin. 
Rojnameya “Ebrarê Iqtisadî” di raporekê de bas ji qisên navbirî kiriye, û nivîsaniye: Li gora gotina serokê jûra bazerganî ya Îranê, lênihêrîneke kurtheyam bo pirsên derdora me, rêkarên kurt heyam jî, jê dikevin, me di demên borî de her bi vî rengî hewla çareserkirina kêşeyan daye, û lewra me nekariye, bi vî awayî wekî hewce çareseriya kêşeyan bikin. 

Navbirî gotiye ku, tevî rikûd (daketin) û gendeliyê, dibe em qala van kêşeyan jî bikin, ku bi hev re aboriya me pêk tînin: sênordarbûna pêwendiyên bankî, bêkariya berfireh, parvekirina ne wekhev ya dahatan, nebûna bername û pilaneke bihêz, kêmî yan jî nebûna sermayedariya berhemhîner, pêkhateya neguncaw ya aborî, nawendgerî, karanebûna sîstema diraw û nebûna hevahengî û hevkariya kertên aborî. 

Li gora gotina navbirî, gendeliyê niha hemû aliyekî aboriya Îranê dagirtiye, ku bi du sedemên nebûna yasayên rohn û dabeşnekirina dadperwerane ya deshilat û hêzê pêk tê. 

Navbirî div ê derheqê de, beşa sereke ya tawanan xistiye stûyê dezgeha Dad’ê û gotiye: “Hekî nawendên qezayî ên me lêhatî bûna, û serbixwe bûna, renge bi vî rengî em şahidê berhemhatina gendeliyê nebana.