۱۳۹۵/۰۸/۱۸


HSD’ê dest bi operasiyona Reqayê kir

HSD’ê dest bi operasiyona Reqayê kir

Kurdistanmedia: HSD’ê roja Yekşemiyê ragehand ku wan dest bi operasiyona rizgarkirina Reqayê kiriye, ku ew der paytexta DAÎŞ’ê ye. 
Li gora nûçegihaniyan, HSD’ê navê vê operasiyonê daniye “Xeşma Firat”ê. 

Operasiyona van hêzan ku ji Kurd û Eebên Sûriyê pêk tê, di demekê de ye, ku operasiyona hêzên Îraqî bona rizgarkirina Mûsilê ji destê DAÎŞ’ê berdewam e. 

Zêdetir ji du hefteyan e ku arteşa Îraqê digel pêşmergeyên Herêma Kurdistanê, û milîşên Şî’e, operaiyona rizgarkirina Mûsilê li bakûra Îraqê dest pê kirine. Ew operasiyona ji aliyê hêzên hevalbendan bi rêberiya Amerîkayê ve tê piştevanîkirin. 

YPG hêza herî sereke û bibandor ya di nava HSD’ê de ye, ku Amerîka hisabê li ser dike, û piştqahîm e bi vê hêzê. Lê Enqere berdewam Amerîkayê rexne dike, ku piştgiriya YPG’ê dike. 

Her ew nîgeraniya Tirkiyê bû sedema vê ku alîkarê serokwezîrê Tirkiyê, Ne’iman Kotolmûş, daxwazê bike, ku operasiyona Reqayê bê paşxistin, heya ku Mûsil rizgar dibe. 

Tirkiye hewl dide ku Amerîka dev ji piştgiriya YPG’ê berde, û hêzên di bin bandore xwe de, bişîne aliyê Reqayê. Vê yekê nakokî di navbera Amerîka û Tirkiyê de çê kiriye, û berdewam di têkiliyên her du welatan de, evraz û nişîv heye. 

Vê gavê Mûsil û Reqa, du bajarên girîng in ku her yek ji welatên herêmê, û bi taybetî Amerîka û Rûsiye, di pey berjewendiyên xwe yên stratejîk di wan herêman de ne. Heya niha hewldan bona gihîştina bi berjewendiyên xwe di nava Îraq û Sûriyê de, û bi taybetî di Helebê de, bûye sedema vê ku para herî zêde ya qurbaniyan xelkê sivîl û bêberevan, bi taybetî zarok bin.