Partiya Demokratîk a Gelan meclîsa Tirkiyê tehrîm kir

Kurdistanmedia: Partiya Demokratîk a Gelan “HDP”ê, li beranber kiryarên desteserkirina rêveberên xwe û çend nûnerên meclîsa vê Partiyê, îlan kiriye ku evê xebatên xwe di parlemena Tirkiyê de bidin sekinandin.
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan, “Selahedîn Demîrtaş” û “Fîgen Yûksekdax”, du roj berê, li gora biryara dadgeha Tirkiyê, bi sebeba piştevanîkirina ji PKK’ê, hatbûne girtin.
Partiya Demokrat a Gelan daye zanîn ku nûnerên wan ji kursiyên xwe yên di parlemenê de, dest ber nadin, lê belê, ew di civînan de jî amade nabin.
Herwiha Receb Tayib Erdogan Serokomarê Tirkiyê,di bersiva welatên Rojavayî ku girtina siyasetvanan di Tirkiyê de rexne kiribûn dibêje: “Ewropa piştevaniya terorîstan dike”.
Receb Tayib Erdogan,Serokomarê Tirkiyê,di roja derbazbûyî de, ji aliyê welatên Rojavayî ve, rastî rexneyan hatibû, û di vê derheqê de daye zanîn ku Ewropa bi piştevanîkirina ji PKK’ê, di rastiyê de ew piştevaniya terorîzmê dike.
Wî herwisa got: “Bona wî, girîng nine ku ew di Ewropa de weke dîktator were naskirin. Endamên parlemenê weke “Terorîstan” reftar dikin, emê jî weke “terorîstan”digel wan reftarê bikin”.
Hêjayî basê ye ku piştî girtina hevserokên HDP’ê û siyasetvanên din ên Bakura Kurdistanê, PDKÎ jî, di helwesteke fermî de, nîgeraniya xwe derheq vê kiryara Tirkiyê eşkere kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê, û Amerîka jî, ji wan aliyan bûn, ku bi tundî Tirkiye di vê derheqê de rexne kirin, û daxwaza berdana wan girtiyan kirin.