۱۳۹۵/۰۸/۲۴


Dewleta yazdehem di 38 mehan de, 500 hezar Milyard Tûmen xerca wê hebûye

Dewleta yazdehem di 38 mehan de, 500 hezar Milyard Tûmen xerca wê hebûye

Kurdistanmedia: Di heyama 38 mehên derbazbûyî de, dewleta yazdem zêdeyî 500 hezar milyard Tûmen xerca rojane hebûye, ku di her mehê de dike 16 hezar milyard Tûmen.
Rojnameya “Ciwan” di hejmara xwe ya nû de, 13’ê Çiriya Paşîn eşkere kiriye ku, asta xerca mehane ya dewletên nehem û dehem tenê 5 hezar milyard Tûmen bûye, û dewleta yazdehem rekurda 16 hezar milyard Tûmenî şikandiye.

Di beşeke din a vê raporê de wiha hatiye: Ev xerca di halekê de ye ku Kabîneya Hesen Ruhanî bi berdewamî behsa ji nebûn û lewaziya çavkaniya malî kirine; niha pêwîst e ku li Hesen Ruhanî bipirsin ku gelo Kabîneyê ev hemû pere, ji ku bi dest aniye, û çawa nekarîne bi vê pereyê zor, qerdariyên dewletê bidin.

Ew amarane di demekê de belav dibin ku,li gor raporên dawiyê ên banka navendiya dewleta Yazdehem bi sedan milyard Tûmen qerdarê cur bi cur di nav bankan de, û asta nexdîneyî di Îranê de gihiştiye 1 hezar û 122 milyard Tûmenî. 

Banka navendî dibêje: Çavkaniya vê 500 hezar milyard Tûmenî, ku dewletê bona kar û barê xwe xerc kiriye, pêk tê ji dahata rojane ya welat, bi gotineke din dewleta Yazdehem beşeke zor ji dahata welat bona xerca rojaneya xwe bi kar aniye.