Dr. Silêman li warê jidayîkbûna xwe de bi xakê hate sipartin

Kurdistan Media: Di merasîmeke taybetî û girseyî a xemlandî bi alaya Kurdistanê de termê Şehîd Dr. Silêman li Bîngola bakûra Kurdistanê bi xakê hate sipartin.
Roja duşemî, 8’ê Çiriya Pêşîn a 2106’an, termê şehîd Seîd Çirokaya bi beşdariya hejmarekî zêde ji kurdistaniyan, malbata wî û bi taybetî nûnerê serokê Herêma Kurdistanê û gelek part û aliyên siyasî li gundê Çilkanî ya ser bi bajarê Bîngol a Bakûra Kurdistanê, anku warê jidayîkbûna wî de teslîmî xakê hat kirin.
Merasîm ji bilî sirotên ayînî, bi sirûda netewî ya ‘’Ey Reqîb’’, ala Kurdistanê û wêneyên Dr. Silêman hatibû xemlandin û beşdaran bi durûşmên wekî ‘’Bijî Kurdistan, bijî Pêşmerge û bijî serxwebûn’’ xatir ji şehîd xwastin.
Seîd Çirokaya naskirî bi dr. Silêman ku xwedî regeznameya Almanî bû, li destpêka şerê Daiş’ê de wekî pêşmergeyekî xwebexş rû ji başûra Kurdistanê kir û li eniyên pêşîn ên şer bi taybetî li warê pûçkirina mayîn û teqemeniyan de cih girt.
Dr. Silêman li 25’ê Îlona 2016’an li dema pûçkirina mayînekê li mêhwera Başîk bi dijwarî birînar ket û pêşmergeyekî Rojhilata Kurdistanê ser bi PDK Îranê bi navê Resûl Mihemedzade şehîd ket. Mixabin çend rojan şûndatir jî, anku li 30’ê Îlona 2016’an de, bi sedema dijwariya birînan, dr. Silêman jî di yek ji nexweşxaneyên Almaniya de jiyana xwe ji dest da û termê wî bo başûr hate veguhastin û di rêûresmek taybetî de ji deriyê sînorî ê Îbrahîm Xelîl ve bo Çewlîk a Bakûra Kurdistanê hat birêkirin û li wargehê ji dayîbûna xwe de bi xakê hate sipartin.