۱۳۹۵/۰۸/۲۰


Partiya Lînkoln bûye serketiyê hilbijartinan

Partiya Lînkoln bûye serketiyê hilbijartinan

Kurdistan Media: Piştî sal û nîvek piropagende û rikeberiya du partiyên sereke ên Amerîka, Donald Tiramp bi durûşma ‘’carek din meznahiyê jib o Amerîka vegerinin’’ bûye serkomar.
Xelkê Welatên Yekbûyî ên Amerîka bi dengê xwe di roja sêşemî, 8’ê Çiriya Pêşîn a 2016’an, Donald Tiramp, milyadêrî Niyoyorkî ê 70 salî wekî 45’mîn serkomarê welatê xwe hilbijartin.

Her çiqas ku zaf ji karnas û medya û nawendên navnetewî li ser vê baweriyê bûn ku Hîlarî Kilînton a Demokrat dibe serketiya hilbijartinê, lê serketina dawîn ya Tiramp bi 278 dengên êlêktêral avekî sar berdaye ser destê wan û dawî bi vê nîqaşê anî.

Tiramp piştî ragihandina encamên berahî yên hilbijartinê, wekî serketiyê hilbijartinê û serkomarê Amerîkayê axaftinek pêşkeş kir.

Wî tevî pesindayîna ji Hîlarî Kilîntonê ragihand ku niha dema wê hatiye ku Amerîka birînên xwe bicebirîne, eva jî tenê ji riya alîkarîkirina her du aliyên Komarî û Demokratan misoger dibe, ji ber ku niha ez serkomarê hemû Amerîkiyaan im.

Tiramp rû ji kesên ku deng jêre nedane, kir û got: ez destê xwe jib o alîkarîkirina we dirêj dikim heya ku em bihevre bixebitin û yekîtiya welatê xwe biparêzin û Amerîkayê bikine Amerîkayek bihêz.

Beşek ji çavdêr û siyasetvan li ser vê baweriyê ne ku sedema sereke ya serketina Tiramp li vê hilbijartinê de, gavên şaş ên Barak Obama li heyama 8 salên derbasbûyî de bûn ku piristîja Amerîkayê li asta cîhanî de bire jêr pirsiyarê û dengderên Amerîkayî ji siyasetên Hizba Demokrat dûr xist.