۱۳۹۵/۰۸/۲۰


Herêma Kurdistanê li dor gotinên pastar Yehya Rehîm Sefewî daxuyaniyek belav kir

Herêma Kurdistanê li dor gotinên pastar Yehya Rehîm Sefewî daxuyaniyek belav kir

Kurdistanmedia: Herêma Kurdistanê bersiva pastarê terorîst ê Rejîmê ‘’Sefewî’’ da û ragihand ku “herêma kurdistanê bi tu awayî gotinên weha napejirîne”.
Roja Sêşemî 8’ê Çiriya Pêşîn a 2016’an, hikûmeta Herêma Kurdistanê gotinên pûç û bêbingeh yên Rehîm Sefewî hevkar û şêvirmendê payebilind ê leşkerî yê Xamineyî, rêberê rejîma Îranê li dijî herêma Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê bi nebicî da zanîn û eşkere kir ku ser û binê gotinên Sefewî vala û bêbingeh in, û nikare tu belgeyekê jib o rastiya gotinên xwe eşkere bike. 

Li daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye ku: ‘’em daxwaz dikin bila tenê belgeyek nîşan bide ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê gef û metirsî bo ser Îranê afirandibe’’. 

Di beşeke din a vê daxuyaniyê de hatiye ku em dubere dikin ku em bi tu awayî gef û reftarên weha bo herêma Kurdistanê qebûl nakin û cihê xemê ye ku berpirsekî welatk cîran bi vî awayî buxtan û gotinên nerast û nebicî li dijî herêma Kurdistanê tîne ziman. 

Di daxuyaniyê de hatiye ku eva cara yekem nine ku berpirsiyarên wekî Sefewî gef û guran ji Herêma Kurdistanê dixwen, lewma em daxwaz dikin ku sînorek jib o cure axaftin û gefan bê danîn, ji ber ku em van reftaran ji tu kesî qebûl nakin.

Serleşkerê Pastar Yehya Rehîm, di konferansekê li civîna navneteweyî a kirîzên jeopolotîk a cîhana Îslamî de, tirsa xwe di derbarê Rasana Rojhilat de anîbû ziman û gotibû; “Barzanî rê bi konsolgeriya Si’udiyan didin ku çek û teqemeniyan bi neyarên Îranê didin, lewma em wan hişyar dikin. 

Ev gotinên nebicî û bêbingeh yên Pastarê Rejîmê ‘’Yehya Rehîm Sefewî’’ nîşaneya tirsa rejîmê ji Rasana Rojhilat e.