Donald Trump yekemîn biryara xwe ya tund li dijî Êxwanan da

Kurdistanmedia: Donald Trump ê serkewtî di hilbijartinên serkomariya Amerîkayê de, yekemîn biryara xwe ya tund derheq bi girûpa mezin a “Êxwan El-Moslêmîn”an der kir.
“Welîd Faris” yê şêvirmendê Donald Trump eşkere kir ku, serkomarê nû yê Amerîkayê ragehandiye ku vê reşnûsa yasayekî berhev bike ku têde girûpa Êxwan El-Mosilînê weke girûprkî terorîstî di cîhanê de bide naskirin.
Welîd Faris herweha bas ji vê yekê kir ku, reşnivîsa vê yasayê, bi sedema redkirina ji aliyê Koşka Sipî ve, bi salane ku di Kongireya Amerîkayê de hatiye razandin, jiber ku Barak Obama dijatiya vê rêşnivîsê dikir.
Şêvirmendê Donald Trump Welîd Faris hevdem tekez kir ku, Donald Trump girûpa Êxwan El-Moslimînê weke girûpeke tundrrew û bitehlûk dibîne ku, piştevaniyê dide binajûxwaziyê, lewra daxwazê dike ku gerek bi awayê leşkirî li dijî vê girûpê derkevin, ne weke Obama û Hillary Clinton ku hewla îzolekirina siyasî ya vê girûpê didan.
Tê pêşbînîkirin ku Donald Trump wê riftarê dgel Sipaha Terorîst ya Pasdarên ser bi rejîma Îslamî ya Îranê jî bike.