Ajansa Navneteweyî a Enerjiya Etomiya li hember zêdê bûna “Ava giran” ya rejîma Îranê nîgeran e

Kurdistanmedia: Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Etomî, roja Çarşemiyê 9’ê Çireya Paşîn a 2016’an, di raporekî de di debarê paşekewtkirin (Dexil) “Ava Giran” ya rejîma Îranê, eşkere kir ku li gor lihevkirina navkî ya Viyenê, “Ava Giran” ya Îranê , asta xwe ya diyarîkirî derbaz kiriye .
Li gorî rapora “Associated Press”ê, Ajansa Navneteweyî a Enerjiya Etomî asta paşekewtkirina ava giran a rejîma Îranê, 100 kg zêdetir ji qasê diyarîkirî di lihevkirina etomî de daye zanîn.
li gorî nûçeyên ku belav bûne Ajansa Navneteweyî a Enerjiya Etomî derheq bi zêdebûyîna ava giran a rejîma Îranê, ku qasê xwe yê 130 tunî derbaz kiriye, dilnigeraniya xwe aniye ziman.
Hêjayî basê ye ku, rejîma Îranê weke berê çavedêriya çêkirina Rê’aktora lêgerînê ya ava giran ya li bajarê Erakê, ku ji Rê’aktorên “IR-40” pêk tên, nekiriye.
Herweha hatiye zanîn ku rejîma Îranê hebên ûraniyuma xwezayî, û herweha mileyên sutemeniyê, ku bona şevtandinê hatine çêkirin, weke destpêkê necerbandiye.