۱۳۹۵/۰۸/۲۲


10 terorîstên din ên Sipaha rejîma Îranê li Sûriyê hatine kuştin

10 terorîstên din ên Sipaha rejîma Îranê li Sûriyê hatine kuştin

Kurdistanmedia: Nawenda Nûçegihaniya “Anadolî” ragehand ku, termê 10 terorîstên ser bi Sipaha Terorîst ya rejîma Îslamî ya Îranê, ku di çend rojên derbazbûyî de li Sûriyê hatibûne kuştin, roja Pêncşemî berwarê 10’ê Çiriya Paşîn a 2016’an, li bajarê Qomê hatin binaxkirin.
Eva di demekî de ye ku çand rojan berî niha jî, termê 6 terorîstên din ên Sipahê ku li Sûriyê hatibûn kuştin, her li bajarê Qomê hatin binaxkirin.

Hêjayî basê ye ku di heyva derbazbûyî de jî termê 5 terorîstên din ên Sipahê, ku ew jî li Sûriyê hatibûn kuştin, li bajarê Qomê hatibûn binaxkirin.

Hatiye ragehandin ku di nava kuştiyên Sipahê de Serdar Zakêr Hêyderî û Serdar Xolamrêza Semayî, ku xwediyê pileyên bilind yên leşkirîne, xûya dikin.

Her di heyva derbazbûyî de jî Serdar Daryûş Dorostî û serdar Ehemd Xolamî û Serheng Seyd Elî Mensûrî û Sitwan Dûhem Mêhdî Nezerî jî, ku hemû endamên Sipaha terorîst ya Pasdaran û hevdem kesatiyên bi bandor û xwedî pileyên bilind bûn di nava vê rêkxistina terorîstî de, li Sûriyê hatine kuştin.

Hatiye zanîn ku heya niha pitir ji 1300 kes ji endamên Sipaha terorîst ya ser bi rejîma Îsalmî ya Îranê, di şerê navxweyî yê Sûriyê de hatine kuştin û 50%ê ji wan kuştiyan jî, hemwelatiyên Pakistanî û Efxanî yên akinciyê Îranê ne ku, li jêr navê “Parêzerên Hereman” bo Sûriyê têne şandin û di encama şer û pevçûnên wî welatî de têne kuştin.