Bajarokê Başîkê ji terorîstan hate paqijkirin

Kurdistan Media: Di çarçoveya operasiyonên li dijî rêxistina terorîstî ya Daiş’ê de, hêza pêşmergeyên Kurdistanê bi alîkariya esmanî ya hêzên hevalbend êrîşî ser bajarokê Başîkê kirin û bi temamî ji destê terorîstan rizgar kirin.
Ev operasiyon ku sibêdeya roja Duşemî, 7’ê Çiriya Pêşîn ji sê hêlan ve ji aliyê pêşmergeyan ve dest pê kir, piştî çend demjimêran bi tewahî û serkeftiyane hate kuntirolkirin û niha tîmên taybet mijûlê paqijkirina wê deverê ne ji mayînên çandî û teqemeniyan.
Kuntirolkirina Başîkê di çarçoveya operasiyona rizgarkirina Mûsilê de bû ku ji 17’ê meha borî ve dest pê kiriye û sere du salan e ku ji aliyê Daiş’ê ve hatiye dagîrkirin.
Bi kuntirolkirina Başîkê, beşek din ji xaka Kurdistanê ku di çarçoveya sînora madeya 140 de mabû, li ser destê pêşmergeyan û bi xwîna wan vegeriya ser xaka Kurdistanê.