۱۳۹۵/۰۸/۱۹


Girtiyeka kurd li girtîgeha jinan a Gebzeyê de xwe şevitand

Girtiyeka kurd li girtîgeha jinan a Gebzeyê de xwe şevitand

Kurdistanmedia: Li gor nûçeyên belavbûyî, girtiyeke siyasî ya Kurd di girtîgeha Amedê de bi sebeba zextên vê daviyê yên dewleta Tirkiyê li ser xebatkaran, agir berdaye canê xwe û jiyana xwe jidest da. 
Zehra Eplîk bi armanca şermezarkirina zext û tundiyên dewleta Tirkiyê ku li ser kurdan dimeşîne, bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da. Zehra Eplîk di havîna derbazbûyî de hatibû destbiserkirin û li girîgeha “Gebze”ya Amed tayê jinan de dima. 

Piştî bûyerê, rêveberên girtîgehê malbata Zehra Eplîk haydar kirine ku keça we xwe kuştiye.

Lê malbata Zehra Eplîk dane zanîn ku: “keça me xwebexş bûye û canê xwe di rêya rizgariya kurdan de gorî kiriye”.