Li wanê 29 karbidestên ser bi HDP’ê hatine binçavkirin

Kurdistanmedia: li gorî nûçeyên ku belav bûne, hêzên ewlehiya Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê û li bajarê Wanê, 29 kes binçav kirin.
Polîsên Tirkiyê di şefeqa îro Înê berwarê 11’ê Çiriya Paşîn a 2016’an operasiyoneke serdegirtinê , destpê kir û bi ser gelek malan de girtine.
Di operasiyonê de “Sedat Tore” yê sekreterê giştî yê şaradariya mezin û herweha şêvirmendê sekreterê giştî “Erkan Keser” û 27 kesên din hatine binçavkirin û bona lêpirsînê bo birêveberiya ewlehiya wî bajarî hatine şandin.
Hêjayî base ye ku heya niha sedema destbiserkirina wan 29 kesan nediyar e.
Eva di demekî de ye ku di heftiyekê de hevserokên HDP’ê û BDP’ê û 181 siyasetmedarên din ên kurd, li bajarên curbicur ên Kurdistana Bakûr hatine binçavkirin.
Hêjayî gotinê ye ku dewleta Tirkiyê piştî kodtaya şikestxwarî di Tikiyê de, li gor biryara “Dozgeriya Dadgehê”, darbeya li dijî “Terorê” destpê kiriye.
Heyanî niha hejmareke zêde ji siyasetmedarên Kurd, karmend, mamoste û gellek xebatkarên din, di vê operasiyona hatine binçavkirin û yan jî li serkar hatine derxistn,û ew yek hîn jî di gellek bajarên kurdan de dom heye.