Zêdeyî 700 milyon jin di cihanê de, di bin temenê 18 Salî de dizevicin

Kurdistanmedia: Rêxistina alîkariya zarokan lêkolînek di roja jin de pêk aniye,û radigihîne ku zêdeyî 700 milyon jin di cîhanê de, di bin temenê 18 Saliyê de têne zevicandin.
Li gor raporên ku belav bûne, di Rojhilata Navîn de ji ber sedema şer malbat keçên xwe zû didine zevicandin. 7 parêzgehên Îranê wekî Xurasana Rezewî,Tevrêz,Xûzistan,Sîstan û Belûçistan,Urmiye,Îsfehan û Hurmozgan, ji wan bajaran in, ku zevaca zû tê de tê encamdayîn.
Herwiha tê zanîn ku,48 hezar û 580 keç di temenê 10 heyanî 14 salî, di sala 1390’î de, herî kêm dibin xwediyê zarokekê.
Ev keçên ku di temeneke zû de dizevicin,di aliyê tendurustiyê de rastî nexweşiyên cuda cuda û pirsgirêkên malbatî tên.
Herwiha di gellek gundan de weke kultur, hêj zarok di zikê dayîkê de ye, ku têne zevicandin.
Piraniya keçên ku di temenê biçûk de zevicî ne, ders nexwendine, û tu îmkan bona xwendinê ji wan re nehatiye dayîn.