Tirkiye berdewam e li ser destbiserkirina siyasetvanên Kurd

Kurdistanmedia: Zêdetir ji 30 kes ji endamên HDP’ê di Bakura Kurdistanê de hatin girtin. Piraniya wan serokên parêzgehan, ya herêmê bûne, û malpera Yenî Şefeqê jî bas ji girtina 55 kesan kiriye.
Li ora rapora nûçegihaniyan, roja 11’ê Octoberê berdevkê çiqa herêmî ya BDP’ê bas ji girtina hinek ji endamên HDP’ê kir, û li gora wê, hêşta jî tohmeta wan kesan nehatiye eşkerekirin.
Di nava vê girûpê de 25 siyasetvan ji Amedê, û 7 kesên din li Bitlîsê de haine girtin. Polîsê Tirkiyê herwisa bona lêgerînê êrîşî ser mala sê serokên herêmî ên HDP’ê kiriye. Lê nekariye ku wan destbiser bike.
Berdevkê çiqa herêmî ya BDP’ê ragehandiye ku îzin nedane girtiyan, ku ji xwe re parêzeran bigrin. Ji meha borî ve dewleta Tirkiyê gellek ji herêmên Bakura Kurdistanê ku BDP’ê îdare dikirin, ji dest wan derxistine, û bixwe wan îdare dike.
Şaredarên ku berê bona van herêman hatibûn hilbijartin, li ser kar hatin avêtin, û di cihê wan de ew kes hatin danîn ku alîgirê Erdoxan û partiya wê ne.
Li gora gotina Wezîrê Navxwe ê Tirkiyê, ew şaredarî bi vê sedemê li ser kar hatin derkirin ku pêwendiya wan bi PKK’ê re hebûye.