۱۳۹۵/۰۷/۲۲


Erdoxan: Bila serokwezîrê Îraqê hedê xwe bizane

Erdoxan: Bila serokwezîrê Îraqê hedê xwe bizane

Kurdistanmedia: Hevdem digel zêdebûna kêşe û nakokiyan di navbera Bexda û Enqerê li ser bicihkirina leşkerên Tirkiyê di binkeya Beişîqê di Bakura Mûsilê de, Erdoxan hişdarî da serokwezîrê Îraqê. 
Îbadî ragehandiye ku ew dikarin bi alîkariya leşkerên Îraqî xaka xwe ji destê DAÎŞ’ê de derxînin. Lê Erdoxan ragehand ku Îbdaî nikare li ser mana arteşa Tirkiyê di binkeya Be’şîqe de biryarê bide. 

Piştî vê ku parlementoya Tirkiyê biryara operasyona arteşa Tirkiyê ya li derveyî sînoran bo saleke din jî dirêj kir, parlementoya Îraqê û serokwezîrê Îraqê mana leşkerên Tirkiyê di nav xaka Îraqê de wekî dagîrkarî bi nav kirin, lê Tirkiye dibêje ku dewleta Îraqê ji me daxwaz kiribû ku em herin herêma Be’şîqê. 

Leşkerên Tirkiyê ku hejmara wan digihîje 2 hezar kesî ji sala borî ve, bona perwerdehiya milîşên Îraqî û pêşmergeyên Herêma Kurdistanê di binkeya Beişîqe de bi cih bûne. 

Dewleta Îraqê çend caran ji Tirkiyê daxwaz kiriyeku leşkerên xwe ji xaka vî welatî de derxîne, lê Tirkiyê dijayetî kiriye. 

Dewleta Îraqê herwisa dibêje ku ew li dijî beşdariya leşkerên Tirkiyê di operasyona Mûsilê de ne. 

Hevdem ragehandinên Tirkiyê fîlmek ji konferansa çapemeniya Davûdoxlo serokwezîrê pêşîn ê Tirkiyê, digel hekmûfê wê ê Îraqî di meha Desambera 2014’an de, belav kir, ku tê de Îbadî daxwaza alîkariyê dike. 

Îbadî ku ji destêwerdanên Tirkiyê pirr aciz bûye, li dijî gotinên Erdoxan nivîsaniye ku: “Îraq wê nîştimana xwe bi hêza xelkê xwe, wê ji destê DAÎŞ’ê rizgar bike, ne bi pêwendiyên vîdeoyî”. 

Mebesta Îbadî ji peyamên vîdyoyî peyama Erdoxan di şeva derbeya şikestxwarî ya 15’ê Tîrmehê de bû, ku di vê peyama vîdeoyî ya bi riya mobailê ve daxwaz ji xelkê kir, ku dakevin kolanan û nehêlin ku hewlên derbekaran ser bigre.