Di Hewaremanê de êrîş kirne ser binkeyeke Spaha Pasdaran a terorîstî

Kurdistanmedia: Di êrîşa li ser binkeya Spaha Pasdaran a terorîstî a rejîma Îranê li navçeya Hewremanê de, û ew binkeya Spaha Pasdaran a terorîstî a rejîmê bi temamî hatiye kavilkirin.
Li gor nûçeya gihîştiye malpera Kurdstanmedia,îro Çarşemiyê 21’ê 1395’an ,hêzeke çekdar ya nenas,di demjimêr 5’ê şefeqê êrîş dike ser binkeya Spaha Pasdaran û di encam de ev binke tê rûxandin.
Nûçegihaniya malpera Kurdistanmedia di vê derbarê de radigihîne ku ev şer û pevçûn heyanî 2 demjimêran berdewam bûye, û piştre ev binkeya rejîma terorîst a Îranê hatiye rûxandin û agir berdane vê binkeyê.
Ew şer di gundê Riwar a Sewlava ya ser bi navçeya Hewremanê rû daye.
Herwiha nûçegihanê Malpera Kurdistanmedia;di Merîwanê de ragihandiye ku,7 kes ji hêzên dagîrker yên rejîma Îranê birîndar bûne, û ew veguhestine nexweşxaneya bajarê Merîwanê.
Di vê pêwendiyê de hemwelatiyên bajarê Merîwanê bes ji vê yekê dikin ku;hejmarek ji hêzên rejîmê jî hatine kuştin ku tu zanyariyek ji amara telefatên rejîmê li ber dest de nine.
Herwiha di nûçeyeke heman şêweyî de,şeva Duşemiyê 18’ê Rezbera 1395’an çend çekdarên nenas êrîş kirine ser çend cihên di nav bajarê Rebetê û heyanî demekê pevçûn çêbûye.
Di dema vê êrîşa li ser binkeya Spaha Pasdaran a rejîma Îranê kesek bi navê “Ezîz Qadirî”ku kirêgirtiyekî kevin yê rejîmê bû, bi awayekî giran birîndar dibe, û wî vediguhêzin bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê.