۱۳۹۵/۰۷/۱۴


Tirkiye: Amerîka dibe paşvekêşana Kurdan ber bi rojhilata Furatê garantî bike

Tirkiye: Amerîka dibe paşvekêşana Kurdan ber bi rojhilata Furatê garantî bike

Kurdistanmedia: Berdevkê dewleta Tirkiyê ragehandiye ku dibe Amerîka soza xwe bi cî bîne, û paşvekêşana YPG’ê bo rexê rojhilata Furatê garantî bike. 
Tirkiyê hêzên xwe şandine nava xaka Sûriyê, da ku şerê DAÎŞ’ê bikin, û bi dûrkirina DAÎŞ’ê û bicihkirina hêzên Arteşa Azad di sînorên xwe de ewlehiyê cihgir bike. 

Herwisa ew naveşêrin ku li dijî pêkhatina statûyeke siyasî bo Kurdan in ku di bin deshilata PYD’ê de be. Lewra hatina wan ya bo nav xaka Sûriyê, digel dijkiryara tund ya deshilata xwebirêveber ya Rojavaya Kurdistanê û rejîma Beşar Esed berbirû bûye, û wekî binpêkirina serweriya xaka Sûriyê hatiye binavkirin. 

Tirkiye radigehîne ku kariye DAÎŞ’ê ji bajarokê Cerablosê derxîne, û bi vî rengî ewlehiya sînorê xwe biparêze. 

Pêşrewiya Kurdan bo rexê rojavaya rûbarê Furat, Tirkiye ew qas nîgeran kiribû, ku bandora xwe li ser pêwendiyên di navbera Amerîka û Tirkiyê danîbû, û di vê derheqê de Amerîka di bin zexta herî zêde ya Tirkiyê de bû, da ku YPG’ê neçar bi paşvekêşanê bike.