Amerîka paporên şerker dişîne rex avên Yemenê

Kurdistanmedia: Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ragehand ku, li hemberî bikaranîna mûşekên Îranî ji aliyê çekdarên Hûsiyan ve, 3 paporên şer şandine rexavên Yemenê.
Roja Dûşemî berwarê 3’ê Çiriya Pêşîn, Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ragehand ku, piştî vê ku çekdarên Hûsiyan ku ji aliyê rejîma Îranê ve tên piştevanîkirin, 4 mûşek berdan gemiyeke alîkariyan ku yê welatê Îmaratê bû, biryara şandina wan 3 paporên şerker bo gevriya Bab El-Mendeb’ê dane.
Roja Şemiya derbazbûyî gemiyeke Îmaratî ku di çarçoveya kowalisyona Erebî de li avên Başûrê Yemenê de digeriya, bûye armanca mûçekên Hûsiyan.
Di vê derheqê de kanala telewizyonî ya Fox News’ê ragehand ku, ew mûşek li deverekî hatine avêtin ku di bin kontrola çekdarên Husiyan de ye.
Herweha kanala telewizyona El-Cezîre jî ragehand ku, mûçekên ku li gemiya Îmaratî hatine xistin, ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine çêkirin û navê wan “Nûr” e.