Di Tirkiyê de derxistina polîsan li ser kar berdewam e

Kurdistanmedia: Di doma li ser kar derkirina dijberan li ser kar, hikûmeta Tirkiyê 12 hezar polîs li ser kar derkirin.
Li gora nûçegihaniyan, operasyona li dijî alîgirên Fethullah Gulen di Tirkiyê de berdewam dike, û piştî girtina birayê Gulen, hate ragehandin hejmara polîsên li ser kar derkirî gihîşte 12 hezar kesî.
Ew operasiyon di 81 bajarên Tirkiyê û Bakûra Kurdistanê de hatin encamdayîn, ku di nava wan 12 hezar polîsan de, 523 kes polîsên payebilind in.
Berî niha jî hatibû ragehandin ku bi hezaran mamostayên xwendingehan jî li ser kar hatine derxistin, ku ew kiryara hikûmeta Tirkiyê ji aliyê Kurdan ve bi tundî hate rexnekirin, û Kurd dibêjin hikûmet bi hêceta cezakirina alîgirên Gulen, Kurdan jî ceza dike, eva di halekê de ye, ku gellek kesên bê tawan di vê navberê de dibin qurbanî.
Hêjayî basê ku cuda ji vê ku parlementoya Tirkiyê, operasiyona derveyî sînor bo salek din dirêj kiriye, rewşa awarte jî bo sê mehên din dirêj kiriye, jiber ku bas ji egera derbeyeke din ya leşkerî di Tirkiyê de tê kirin.