Rûsiyê pêşnivîsa biryarnameya Şêvra Ewlekariyê bona agirbesta li Helebê de veto kir

Kurdistanmedia: Rûsiyê êvaria 8’ê Octoberê, pêşnivîsa biryarnameya ku ji aliyê Fransa û Îspaniya yê ve, bona agirbesta di Heleba Sûriyê de bi Şêvra Ewlehiya NY hatibû dayîn, veto kir.
Herwiha 11 dewletan dengên xwe dabûne vê pîşnivîsê,2 welat jî dijberî vê yekê bûn,ango vetoya Rûsiyê derbeyeke gellek mezin bû ji bona vê pêşnivîsê.
Piştî dengdana li ser pêşnivîsê, nûnerê Brîtanyayê di Şêvra Ewlekariyê de,bi tundî Rûsiye rexne kir, û got ku: “Vetoya Rûsiyê wekî xaleke reş e, ku di siyaseta xwe de jî, bi kar tîne”.
Di heman demî de, berî dengdanê,Can Mark Îrlot Wezîrê Kar û Barê Derve yê Firansayê ,di gotinê xwe yê di civîna Şêvara Ewlehiyê de got ku: “Rewşa Helebê ber bi têkçûyînê ye, egr em niha li ser rewşa Helebê nesekinin, wê cîhan Helebê ji dest bide”. Wî di berdewama gotinên xwe de daxwaz kir ku bombebaran li ser bajarê Helebê were rawestandin û harîkariya mirovdostane zêde bin, û got: “Tişta ku di Sûriyê de rû dide, dîsan jînosayd e”.
Di heman demê de got ku: “Serokê rejîma Sûriyê û alîgirên wî, digel terorîzmê şer nakin, belku bihêz dikin. Herwiah vî îşare bi Rûsiyê kir û got ku :“Hinek kes şert û mercan ji bona sekinandina bombarana xelkê sivîl dadinên, û got : “Ev pêşnivîsa biryarnamê, derfetek e ji bona harîkariya kesên sivîl û berçavgirtina mafê mirovan”.
Vîtalî Çorkîn nûnerê Rûsyayê,di Şêvra Ewlekariyê de got ku: “Helwesta welatê vî, dijberî digel pêşnivîsa Fransaû Îspaniyayê ye, û ev pêşnivîse kêmasiyên zaf tê de hene”.