۱۳۹۵/۰۷/۱۹


“Qehremanê navikî” bû pêkenokê nûçegihaniya Fars

“Qehremanê navikî” bû pêkenokê nûçegihaniya Fars

Kurdistanmedia: Nûçegihaniya Hikumetî ya rêjêmê –ya bi navê ‘’Fars’’ bi pêkenîn bas ji ‘’Cewad Zerîf Qehremanê Navikî’’ yê Rêjîma Îslamiya Îranê dike.
Roja Şemî rêkewt 7’ê Ocktobera 2016’an,peyca Têlêgrama Nûçegehaniya Fars, bi belavkirina wêneyekî Cewad Zerîf Wezîrê Karûbarê Derve yê Rêjîma Îslamiya Îranê, bi sedema wernegirtina ‘’Xelata Nûbêlê’’ ji aliyê wî ve, ew kire cihê qeşmerî û Pêkenînên xwe, di nava bîner û xwendevanên vê peycê de.

Peyca ‘’Têlêgrama Nûçegehaniya Fars’’ nivîsandiye: Xelata Nûbêlê pêşkêşî Serkomarê Kolombiyayê hat kirin....min got ez li kûderê û Nûbêl li kûderê? We çima hisab li ser min kir? Ma ez çi li ‘’Yasir Erefat û Gorbaçof û Şîmon Pirês yan li hemiya xiraptir Şîrîn Îbadî kêmtir im.?’’

Di salên derbazbûyî de, ‘’Yasir Erefat serokê pêşîn ê Rêkxistina Xwebirêveberiya Felêsînê, û mîxayîl Gorbaçov dawî serkomarê Soviyeta pêşîn, û Şîmon Pirêz serkomarê pêşîn ê Îsraîlê û Şîrîn Îbadî çalakê Îranî,karîne Xelata Aştî a Nûbêlê weregirin, û her hemû jî li nihêrîna Komara Îslamiy a Îranê de îxanetkar in.

“Qehremanê navikî” ê Rêjîmê, yekem mohrê dewleta Îslamî nine ku bi vî awayî sivikatî pê tê kirin, û tê riswakirin.