۱۳۹۵/۰۷/۱۹


Dewleta Demkî ya Sûriyê daxwaza li ser kar ladana “Staffan de Mistura” dike

Dewleta Demkî ya Sûriyê daxwaza li ser kar ladana “Staffan de Mistura” dike

Kurdistanmedia: Dewleta Demkî ya Sûriyê ku ji opozisyona wî welatî pêk tê, daxwaza li ser kar ladana “Staffan de Mistura” şandiyê taybet yê “NY” bo karûbarê Sûriyê kir.
Dewleta Demkî ya Sûriyê hevdem digel daxwaza liserkar ladana Staffan de Mistura, sekinandina tewahiya alîkarî û têkiliyên xwe digel navbirî jî ragehand.


Rojnameya “Şerq El-Ewset”ê îro berwarê 8’ê Çiriya Pêşîn di raporekî de ragehand ku, dewleta demkî heyrîmana xwe li hemberî gotinên “Staffan de Mistura” derheq bi bajarê Helebê nîşan da û di vê derheqê de ragehand ku, pêşniyara “Staffan de Mistura” binpêkirina bingehên mirovî û îstandardên sereke yên saziyekî ne ku, bi xwe nûneratiya wî dike.

Opozisyona herweha dibêje ku; “ Nûnerê NY di cihê vê de ku êrîşên bi çekên qedexekirî bo ser xelkê sivîl yê Sûriyê pirotesto bike, pasawê bo nêrînên Rûsiye û Sûriyê tîne û zemîneyê bona berdewamiya wan liser êrîşên xwe xweş dike. 

Eva di demekî de ye ku Rûsiye û Sûriye gihandina alîkariyên mirovî û derbazkirina birîndaran, girê dide bi teslîmbûn û valakirina bajaran jiopozisyon û xelkê.