Rêûresma bidawîhatina dewreya 221 a pêşmerge li sînorên Kurdistanê bi rê ve çû

Kurdistanmedia: Hejmarek din ji xortên welatparêz û xebatkar tevlî refên pêşmergeyên PDKÎ bûn.
Nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê ji sînorên di navbera Kurdistana Rojhilat û Başûr ve ragehand ku, roja Înê berwarê 14’ê Çiriya Pêşîn a 2016’an, rêûresma bidawîhatina dewreya despêkî ya 221’an ya pêşmergeyên PDKÎ li ser sînorên Kurdistanê hate lidarxistin.
Di vê rêûresmê de Omîd Mendomî cîgirê perpirsê fêrgeya komisyona perwerde ya Hizba Demokrat a Kurdistanê, serbarê bixêrhatina amadebûyan û pîrozbahiya ji pişikdarên dewreyê, basek liser xebata nû ya PDKÎ û erkên pêşmerge di vê derheqê de kir.
Piştre Tahir Mehmûdî, endamê Komîteya Nawendî ya PDKÎ bi vê hincetê ve peyamek pêşkêş kir.
Piştre bi nûneratiya dewreyê, Seyd Xalid Ehmedî peyamek pêşkêş kir.
Di doma rêûresmê de li gorî nerîta berê, 3 pişikdarên dewreyê ku di ceribandinên xwe de nimreya herî zêde bidest xistibûn hatine xelatkirin, û xelata wan ji aliyê Dara Natiq endamê komîteya nawendî ya PDKÎ ve hatine pêşkêşkirin.
Herweha 3 pişikdarên din yê dewreyê bi sedema parastina nezm û disiplîna di heyamê birêvebirina dewreyê de, hatine xelatkirina ku xelata wan jî, ji aliyê Rehîm Reşîdî endamê komîteya Hizba demokrat li Amerîkayê ve, hatine pêşkêşkirin.
Di beşa dawiyê ya rêûresmê de pişikdarên dewreyê bi wergirtina karta xwe ya pêşmergatiyê, bi fermî tevlî refên pêşmergeyên PDKÎ bûn.