Melayeke terorîst di Sûriyê de hate kuştin

Kurdistanmedia: Li gor rapora nûçegîhaniyên rejîma Îranê,Melayekî terorîst xelkê bajarê Enar , ser bi Parêzgeha Kirmanê, di şer û pevçûyîna Sûriyê de hate kuştin.
Malpera “Efseran” a rejîma Îranê, di raporekê de belav dike, ku Melayekî terorîst bi navê “Se’îd Biyazîzade” ku, mil bi milê hêzên Esed di Sûriyê de li dijî opozîsiyona wî welatî şer dikir,hate kuştin.
Ew Melayê terorîst roja Pêncşemiyê 22’yê Rezberê di “ Rîfî Hema”yê de hate kuştin.
Herwiha çend roj berî niha nûçegîhaniya “Tesnîm”, a ser bi Spaha Pasdaran a terorîst ya rejîma Îslamiya Îranê,di raporekê de belav kiriye ku,pasdarekî terorîst yê bi navê “Hemîd Xademî”,ku mil bi milê hêzên Esed di Sûriyê de dijî opozisiyina wî welatî şer dikir,hate kuştin.
Di destpêka serhildana nerazîbûyînên Sûriyê de, pasdar û besîcên rejîma Komara Îslamî bi şêweyeke eşkere mil bi milê hêzên leşkerî, yên rejîma Beşar Esed , lidijî dijberên rejîma Be’is a Sûriyê, şer kirine.
Karnas behsa vê yekê dikin ku,rejîma Îranê xerceke zor di Sûriyê de dike,lê belê bi destêverdana berfireh ya Turkiye û Rûsiyê,rola Îranê di wî welatî de kêm bûye , ew yek jî metirsiyeke li ser berjwendiyên Teranê, û dorandina Xamineyî.