Îtirafa cihê heyrîmana berpirsyarên rêjîmê, derheq tûşbûn bi madeyên hişber

Kurdistanmedia: Rêjeya kesên tûşbûyî bi madên hişber di Îranê de, di zêdebûnê de ye, ku berpirsyarên rêjîmê hatine ser xet, û zaniyariyên ku cihê matmayînê ne, didin belavkirin.
Nawendên Nûçegehaniyên rêjîmê,li gor gotinên Elî Haşimî, Serokê Komîteya Serbixwe ya pişîgirtina madeyên hişber, ser bi Konseya Diyarîkirina Berjewndiyên Rêjîmê,daye weşandin ku,serjimiriyên tûşbûyên bi madên hişber di Îranê de,kêmtir ji 2 mîlon û 500 hezar kesan nine.
Navbirî herwisa got, hekî em wan kesane jî, ku bona çend demekê ,tenê û tenê, serxweş bin, û madeyên hişber dikêşin, bînin hisabê, ew rêjeye wê bigîje 4 mîlon kesan.
Ew berpirsyarê rêjîmê, di beşkeke dinê ya gotinên xwe de,dibije: Tenê ji 13 mîlyon kedkaran di Îranê de, %21 ji wan, mifahê ji madên hişber werdigrin, ku wisa bû,3 mîlyon kedkar di Îranê de, mu’itad (tûşbûyî bi madên hişber) hene.
Serokê Komîteya Serbixwe, ya pişîgirtina ji madeyên hişber, ser bi Konseya Diyarîkirina Berjewndîên Rêjîmê dibêje, bêguman ew rêjeya han, zêdetir e ji amarên belavbûyî.
Elî Haşimî dibije: Sedema sereke ya kesên tûşbûyî bi madeyên hişber, nebûna derfeta kar bo dabînkirina debara jiyanê ye, û niha rêjeya bêkariyê di hinek bajarên Îranê de %80 ye.
Piştî bidawîhatina deshelata dewleta ‘’Muhemed Xatemî’’ 10 hezar kesên tûşbûyî bi madên hişber,wekî diyarî hatine pêşkêşkirin bi dewleta ‘’Ehmedî Nijad’’, û navbirî jî, bi zêdekirina 33 hemberî wê, wate 335 hezar kesên mu’itad,radestî dewleta ‘’Rohanî’’ kir.....!?
Berpisyarên rêjîma Îranê, bi belavkirina wiha amaran, wa nîşan didin ku em xemxwarê gel in, lê ew yek tenê û tenê bona xapandina xelkê ye, çima heya niha rêyek bona kêmkirina vê arîşê û çareseriya wê peyda nekirine.