Rejîma Îslamî Li Xoremabadê 2 girtiyên din îdam kirin

Kurdistanmedia: Li girtîgeha "Parsîlonê" ya bajarê Xoremabadê de 2 girtî bi tawana bazirganiya bi madeyên hişber, hatine îdamkirin.
Li gorî raporên ku hatine belavkirin, roja Sêşemî berwarê 4’ê Çireya pêşîn a 2016’an, Nawenda Nûçegîhaniya Çalakvanên Mafê Mirovan a Îranê ragehand ku, rejîma Îslamî ya Îranê, 2 girtiyên din ku bi tawana kirin û frotina madeyên hişber li girtîgeha "Parsîlon" ya ser bi bajarê "Xoremabadê" biçav bûn, hatine bidarvekirin.
Nawenda Nûçegîhaniya “Hêrana” yê ragehand ku , nave yek ji kesên bidarvekirî "Şîrode Tehmasibî" ye, lê ji nasnameya girityên din yê îdamkirî, heyanî niha tû zaniyaryek berdest nîne.
Hatiye ragehandin ku Şîrode Tehmasibî, bi tawana hiligirtina 5 Kîlo "Kirak"ê bi cezaya îdamê hatibû cezakirin.
Hêjayê gotinê ye ku, piştî lihevhatina Navkî yên di navbera rejîma Îslamî ya Îranê û welatên 5+1 de, û herwiha rakirina dorpêçên aborî yên ser Îranê, tê xûyakirina ku îdamkirin û binpêkirina mafê Hemwelatiyan ji aliyê dam dezgehên rejîma Îslamî ya Îranê ve, bi awayekî berçav zêde kiriye.