5 terorîstên din ên Spaha Pasdaran li Sûriyê hatine kuştin

Kurdistanmedia: 5 terorîstên din yên girêdayî bi Spaha terorist ya Psdarên ser bi rejîam Îslamî ya Îranê, di şer û pevçûnên sûriyê de hatine kuştin.
Li gorî raporên belavbûyî, ev leşkerên ku di şerê Sûriyê de têne kuştin, gellek caran nasnameya wan nediyar e, ka gelo Îranî ne yan jî Efxanî yan jî Pakistanî ne.
Niha nasnameya 4 kes ji wan leşkeran weha ye: Serheng Duhem Mihemmedriza Elvanî li bajarê Hemedanê, Secad Zibercedî û Mihemmed Pûrhenig li bajarê Rêy û herweha Ezîzullah Mihemedî ye ku hemwelatiyekî Efxanî ye.
Eva di demekî de ye ku di heyama mehekê de 33 leşker hatine kuştin û zêdeyî 1360 kesên din ên girêdayî bi Sipaha Pasdaran ya rejîma Îranê, di Sûriyê de hatine kuştin.
Hatiye zanîn ku, bi giştî %50’ê ji wan kesên ku di şerê Sûriyê de hatine kuştin, Efxanî û Pakistanî ne, ku di çerçoveya hêza “Fatmiyon”û tîpên “Zeynebiyun”de, hatine rêxistin.
Piştî ku ew terorîst têne kuştin, termên wan hemyan bo Îranê têne vegerandin û binax kirin.