Îraniyên banda madeyên sirker di girtîgeha welatên biyanî de, wê radestî Îranê bêne kirin

Kurdistanmedia: Fermandeyekî hêza Întizamî ê rejîma Îranê bas ji hebûna 80 kesên tawanbar di girtîgehên biyanî de kir.
Li gora nûçeyên belavkirî, Husên Eşterî bas ji hebûna 80 hevwelatiyên Îranî kiriye ku tawanbar in û di welatên biyanî de ne, û 17 kes ji wan tawanbaran bi alîkariya polîsê navdewletî “Înterpol” radestî Îranê hatine kirin.
Li gora gotina fermandê “NACA” rejîma Îranê lipeyçûnê bo dosiyeya wan 63 kesên din dike, bona radestkirina wan bi Îranê.
Husên Eşterî herwisa raghandiye ku heya niha çendîn kes hatine girtin ku lêpirsîn ji wan hatiye kirin.
Piraniya Îraniyan ku li derveyî Îranê hatine girtin, tawanên wan taybet bûye bi madeyên pêwendîdar ên sirker û piraniya wan di welatê Malizî de hatine destbiserkirin.
Di sala derbazbûyî de jî, du welatiyên Îranî ku xûşk bûn, bi tawana hilgirtina du kîlo madeyên sirker “Mitafitamîn” bi îdamê hatibûn mehkûmkirin.