۱۳۹۵/۰۷/۱۹


Nato bi 800 balafiran wê êrîşî ser arteşa Sûriyê bike

Nato bi 800 balafiran wê êrîşî ser arteşa Sûriyê bike

Kurdistanmedia: Hinek çavkanî di Mosko û Berlînê de, bas ji pilana NATO’yê bona êrîşa li ser arteşa Sûriyê û hevalbendên wê bi zêdetir ji 800 balafiran û beşdariya 14 welatan, û piştgiriya malî ya Erebistanê dikin. 
Rojnameya serbixwe ya “Re’iyolyewm” li ser bingeha rapora nawenda lêkolînên “Fîrîl” li Berlînê ragehandiye, ku ew pilana NATO’yê di van rojên bê de, wê bê cîbicîkirin. 

Hinek ji nûçegihaniyan jî dibêjin ku NATO’yê di meha Tîrmeha sala borî pilaneke bi vî rengî bo vê êrîşê hebû, lê nebûna amadeyiya leşkerî ya NATO’yê û hevalbendên wê di herêmê de, û doma kêşe û nakokiyan di navbera wan û hevahengiya Mosko û Waşingtonê, cîbicîkirina vê pilanê xiste derengiyê. 

Pilana baskirî, wekî bûyerên Sirbistanê bû, lê rewşa Sûriyê digel Sirbistanê cuda ye, û Rûsiyeya niha êdî Rûsiyeya 20 sal berî niha nîne. 

Li gora gotina vê çavkaniyê, ragirtina hevahengiya Waşingtonê digel Moskoyê û doma pêşrewiyên arteşa Sûriyê li Helebê, NATO xistiye nava van hizr û fikaran de, ku nabe ji pilana encamdayîna operasyona berfireh ya li dijî arteşa Sûriyê poşman bibe. 

Di vê êrîşê de, balafirên şer wê balafirgehên Tirkiye, Urdon û Behra Medîtirane bi kar bînin.Herwisa mûşekên Kiroz û Tumahawk jî, wê ji behra Medîterane û binkeyên Amerîka di Kendavê de bêne avêtin. 

Çavkaniyeke Almanî jî, ew operasyon şibhandiye bi operasyona “roviyê çolê” ku di sala 1998’an de bi rê ve çû, û got ku di vê operasyonê de, ku Erebistan piştgiriya wê ya malî dike, 14 welat wê beşdar bin”.