Pêşnimêjê Tehranê: Kilînton û Tiramp pûç in

Kurdistanmedia: Pêşnimêjê Demkî yê bajarê Tehranê dibêje ku Kilînton û Tiramp kesatiyên “Pûç” in, û naçêbe ku navê mirovan li ser wan du kesan bê danîn.
Mihemmed Êmamî Kaşanî yê pêşnimêjê demkî yê bajarê Tehranê, serbarê vê ku ew du berbijêrên serkomariya Amerîkayê bi du kesên pûç û bê bingeh û ji rê derketî dane nasîn, ragehand ku piraniya dirûşmên hilbijartinî, yên wan du berbijêran, dirûşmên mirovkujî û cînayetê ne.
Navbirî îdî’a kir ku Kilînton û Tiramp di cihê vê de ku bêjin wê di pêşerjê de çi bo xelkê Amerîkayê bikin, û hevdem di cihê vê de ku bas ji exlaq û aborî û kiltûra xelkê xwe bikin, dirûşman li dijî neteweyên din ên bindest didin.
Mihemmed Êmamî Kaşanî di gotara xwe ya nimêja Înê de bas ji olê Mesîhiyetê kir û tekez kir ku, “Hekî olê Mesîhiyetê liser rêya rast ba, xelkê Amerîkayê piştevanî nedidan Kilînton û Tiramp”.
Navbirî di doma gotara xwe de weke şîret gote bisulmanên cihanê ku, “Bona peydakirina rêya rast, li bende derketina Îmam Zeman bin, jiber ku di Îranê de berevajî Erebistanê, serbarê vê ku xelik li benda derketina Îmam Zeman in, Wilayeta Feqîh jî di Îranê de heye, û eva jî bûye sedema yekgirtina xelkê Îranê.